Barrack: Amerîka yekrêziya Iraq û Herêma Kurdistanê dixwaze

Barrack: Amerîka yekrêziya Iraq û Herêma Kurdistanê dixwaze

PeyamaKurd - Di gera 8an a konferansa salane ya Enstîtuya Chatham House a li bajarê Londonê de, Nûnerê Taybet ê Donald Trump li Iraq û Sûriyeyê Tom Barrack di panelekê de derbarê pêşeroja Iraqê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û ewlehiya herêmê de daxuyaniyên girîng dan.

Tom Barrack eşkere kir ku êrîşên vê dawiyê yên li ser Zeviya Gazê ya Kormorê bi tu awayî nayên qebûlkirin. Barrack tekez kir ku Amerîka yekrêzî û hevgirtinê hem di nava Herêma Kurdistanê de û hem jî di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de dixwaze.

Herwiha da xuyakirin ku Amerîka bêyî ku destwerdanê di nava karên navxweyî de bike, aliyan pal dide daku pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin.

Nûnerê Amerîkayê hişyarî da berpirsên siyasî ku bêyî çareserkirina nakokiyên navxweyî, veberhênanên mezin nayên çaverêkirin.

Derbarê têkiliyên Bexda û Tehranê de jî Barrack anî ziman ku ew li bendê nînin Iraq bibe dijmina Îranê, belkî divê wekî pirekê bixebite.

Li ser mijara enerjiyê jî Barrack bal kişand ser girîngiya girêdana boriya petrola Iraqê bi Tirkiye û Sûriyeyê ve daku rêyeke cîgir ji bo hinardekirina enerjiyê bê peydakirin.