Hûsiyan bi moşek û dronan êrîşî Bendera el-Moxayê kirin

Hûsiyan bi moşek û dronan êrîşî Bendera el-Moxayê kirin

PeyamaKurd - Hûsiyên a ku ji aliyê Îranê ve têne piştevanîkirin aloziya li Yemenê zêde kirin û bi moşek û dronan êrîşî Bendera el-Moxayê ya li parêzgeha Taizê kirin.

Li gorî daxuyaniya medyaya leşkerî ya hikûmetê, di vê êrîşê de 4 leşker û 3 sivîl hatin kuştin, 15 kes birîndar bûn û 11 dronên Hûsiyan hatin xistin.

Hûsiyan êrîşa xwe ji herêmên bin kontrola xwe yên ku li ser Tîhama û kevala rojavayê dinêrin da destpêkirin û bi moşekên balîstîk, dron û keştiyeke tijî teqemenî binesaziya benderê, xaniyên karmendên nexweşxaneya Erebistana Siûdî û qada panelên rojê kirin armanc.