Tom Barrack behsa esasê êrîşa Îsraîlê ya ser Sûriyê kir

Tom Barrack behsa esasê êrîşa Îsraîlê ya ser Sûriyê kir

PeyamaKurd – Balyozê DYAyê yê Ankara û nûnerê Trump yê Rojhilata Navîn Tom Barrack behsa êrîşên Îsraîlê yên ser Sûriyê û dijberiya navbera Tirkiyê û Îsraîlê kir û ragihand ku hindik mabû Tirkiye û Îsraîl li ser mijarê bikevin nav şerekî.

Tom Barrack, ragihand ku Îsraîl bi sedema ku leşkerên Tirkiyê li Sûriyê hene, ji hewa de êrîşê Sûriyê kir û hindik bû her dû dewlet bikevin nav şerekî. Tevî Washington got ku leşkerên Tirkiyê li deverê tinene jî, Îsraîl bê hişyariyê bide, li pîstên balafirgehê xist û li pişt vê mijarê ya fesadî heye an jî di dan û sitendinê yên navbera dezgeyên Îsraîlê de qutbûnekî heye.

Li ser babetê Tom Barrack, di hevpeyvîna ku da kanala medyayê ya civakî ya Mario Nawfal behsa dan û sitendinên di nevbera Washington, Ankara, Şam û Tel Avivê de yên berya êrîşa Îsraîlê kir.

Li gor Barrack; berya êrîşa Îsraîlê bi 6 rojan Îsraîlê ji DYA re got ku xeberê sitendine ku dê Tirkiye xwe amade dike leşkeran bişîne baregeha navborî ya Sûriyê. Washington di ser rêyên xwe yên îstîxbaratê de lêkolînê kir ku tişteka weha nîne û ji Îsraîlê re got.

Berya êrîşê, rêyên dîplomatîk yên di navbera Sûriye û Îsraîlê de vekirîbûn. Li gor Barrack di navbera wezîrê karên derve yê Tirkiyê û serokê nû yê Mossadê de 2 seet di rêya telefonê de axifîne. Tevî axaftina bi 2 seetan jî, Îsraîlê bi balafiran li Sûriyê xist.

Li gor Barrack: Îsraîl ne xeberê da Washingtonê ne jî Ankara. Amerîka wisa dizanibû ku mijar di rêya dîplomatîk de çareser bûye.

Barrack got; esas talûke di wexta balafirên Îsraîlê xwe nêzî sînorê Tirkiyê kirin, çêbû. Tirkiye armanc, îstîqamet û hedefa balafiran nizanibû. Tirkiye rave dikir ku balafirên xwe bi hewa bixe. Barrack weha dewam kir:

“Dema Tirkiyê armanca bafiran nizane, ew jî dibêje ku dê mecbûrî balafirên xwe bi hewa bixin. Di dawiyê de kanalên dan û sitendinê dixebitînin. Eger nebûya, wê encamên gelek xerab çêbibûna.”

Barrack got ku dibe hêj têkiliyên di navbera Sûriye û Mossadê de dewam dikirin, dibe fermandarekî artêşa Îsraîlê li ser agahiyên berê balafiran bi hewa xistibe an di navbera dezgeyên Îsraîlê de qelsiya têkiliyan hebe.