PeyamaKurd - Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolîna li ser êrîşa kêlgeha gazê ya Kormorê komîteyeke 7 kesan pêk anî ku du endamên Kurd jî tê de cih digirin.
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Ferhad Etrûşî ragihand, komîte ji serokên pênc komîteyên cuda yên parlamentoyê pêk tê, di nav wan de serokên komîteyên Ewlehî û Bergiriyê, Destpakiyê, Herêm û Parêzgehan û Dergehên Sînorî hene. Herwiha Serokê Komîteya Yasayî Rêbwar Hadî û Serokê Komîteya Petrol û Gazê Herêm Kemal Axa, wekî du parlamenterên Kurd bi awayekî demkî beşdarî komîteyê ne.
Cîgirê Serokê Parlamentoyê diyar kir ku komîte ji bo şopandina du mijarên sereke hatiye destnîşankirin; ya yekem mijara Curf Sexrê ye, ku berê hikûmeta Iraqê komîteyek ji bo wê pêk anîbû û mijara duyem jî lêkolîna li ser êrîşa kêlgeha gazê ya Kormorê ye.
Ji aliyekî din ve, parlamentoyê komîteyek li ser dosyaya qaçaxçîtiya petrolê ji Kerkûk û Silêmaniyê bo Îranê pêk aniye. Ev gav piştî wê yekê tê ku êrîşa li ser Kormorê û dosyaya qaçaxçîtiya petrolê, pirsên cidî derbarê ewlehiya kêlgehên enerjiyê û parastina jêrxana gazê ya Iraqê de çêkirine; bi taybetî ku êrîşê bandoreke rasterast li ser kêmbûna berhemanîna gazê û dabînkirina karebayê kiriye. Niha çaverêyî encamên lêkolînan tê kirin, da ku hûrgilî ji bo raya giştî bên eşkerekirin.