Erebistan Siûdî: Êrîşa moşekî ya Hûsiyan hate pûçkirin

Erebistan Siûdî: Êrîşa moşekî ya Hûsiyan hate pûçkirin

PeyamaKurd - Pevçûnên di navbera Hêzên Hevpeymaniya bi serokatiya Suûdî Erebistanê û Husiyên li Yemenê de didomin.

Berdevkê Hêzên Hevpeymaniyê Tûmgeneral Turkî El-Malikî daxuyaniyek da û ragihand ku mûşekeke balîstîk ku ji aliyê Husiyan ve ber bi bakurê Riyadê ve hatibû, ji aliyê sîstemê ve hatiye girtin û tinekirin.

El-Malikî destnîşan kir ku mûşek ji herêma Sana ya di bin kontrola Husiyan de hatiye avêtin û ew ê çeperên avêtina mûşekan bikin armanc.

Ev êriş piştî wê yekê hat ku Husiyan bi du mûşekan êrişî Balafirgeha Navneteweyî ya Adenê jî kiribûn, lê di wê êrişê de ti ziyanên canî çênebûbûn.