PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Erebistana Sa’ûdiyê êrîşa ser baregeha taybet ya serokwezîrê Kerêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û ya ser xaniyê îstîxbarata Kurdistanê ser Parastinê şermezar kir. Wezaretê got:
“Wezaret a karên derve ya Erebistana Sa’ûdiyê êrîşên ku aşkera îhlala desthilat û yekîtiya axa Iraqê ye, ya ser nivîsîngeha serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya Mesrûr Barzanî û êrîşên ser Herêma Kurdistanê, li ser navê Qraliyeta Erebistana Sa’ûdiyê bi awayekî herî xwurt şermezar dike û wan êrîşan red dike.”
Erebistana Sa’ûdî jî gelek caran dikeve ber êrîşên Hûsiyên hevkarên Îranê yên Yemenê û bi taybetî êrîşê ser sehayên petrola Erebistana Sa’ûdiyê dikin.