PeyamaKurd - Hate ragihandin ku di encama êrîşa bi dronan a îro danê sibehê li demjimêr 02:00an, li dijî baregeha Çemşarê ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) a li nêzî Kampa Dareşekranê ya li nêzî paytext Hewlêrê hatiye kirin de, 8 Pêşmerge birîndar bûn.
Endamê Civata Rêveber a PAKê Edîb Xalidiyan ji medya Kurdistanê re ragihand, di encama vê êrîşê de 8 Pêşmergeyên wan ên di nava refên Supaya Milî ya Kurdistanê de birîndar bûne û rewşa 4 ji wan giran e.
Xalidiyan bal kişand ser ku ev baregehên wan ên Rojhilatî bi berdewamî ji aliyê dronên sîxuriyê ve têne şopandin û agahî li ser çeperên wan tê kirin.
Herwiha bi bîr xist ku di êrîşên berê yên hêzên Îranê de jî 2 Pêşmergeyên wan şehîd ketibûn û 26 kes jî birîndar bûbûn.