PeyamaKurd - Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragihand ku Îranê bi dron û moşekan êrîşî baregeha Artêşa Neteweyî ya Kurdistanê ya li nêzîkî Hewlêrê kiriye. Li gorî raporên destpêkê, di êrîşê de 9 Pêşmerge birîndar bûne.
Bendên leşkerî yên PAKê yên li nêzîkî kampa Daraşakranê, ku nêzîkî Hewlêrê ye, bûne hedef.
Endamê Lijneya Rêveber a PAKê Edîb Xalidiyan diyar kir ku baregeha Artêşa Neteweyî ya Kurdistanê ya li herêma "Çemşar" ji aliyê du balafirên bêmirov (UAV) ên Îranê û moşekekê ve hatiye xistin.
Xalidiyan derbarê encamên êrîşê de agahî da û got, "Di encama êrîşê de neh p
Pêşmergeyên me birîndar bûn. Çar ji birîndaran di rewşeke krîtîk de ne."