PeyamaKurd - Baregeha taybet a serokê Hêzên Heşda Şeibî Falih Feyad, a li parêzgeha Nînowayê (Mûsil) rastî êrîşeke asmanî hat. Hat ragihandim ku di encama bombebaranê de zirar gihîştiye avahiyê, lê hîn derbarê ziyanên canî de agahiyeke zelal nehatiye belavkirin.
Taxa Ereban bû hedef
Çavkaniyeke ewlehiyê ji parêzgeha Nînowayê ragihand ku êrîşê rasterast navenda Falih Feyad a li taxa Ereban (Hayy al-Arabi) ya li aliyê çepê yê bajarê Mûsilê kiriye armanc. Ev avahî wekî baregeha serekî ya Feyad a li Mûsilê tê naskirin û ew di dema serdanên xwe yên ji bo herêmê de li wir dimîne. Hat piştrastkirin ku di êrîşê de ziyaneke mezin a maddî gihîştiye baregehê.
Êrîşên li seranserê Iraqê zêde bûne
Ev operasyon di demekê de tê ku di nava 24 saetên dawî de baregehên Heşda Şeibî yên li parêzgehên Enbar, Nînowa, Babil û Selahedînê bi awayekî sîstematîk têne bombebarankirin. Rageşiya leşkerî ya li herêmê, komên çekdar ên nêzîkî Îranê kiriye hedefa sereke ya balafirên şer.
Li Enbarê 14 mirî: Fermandarek hat kuştin
Hate ragihandin ku di êrîşeke din a asmanî ya li parêzgeha Enbarê de, derbeyeke giran li Heşda Şeibî ketiye. Di encama wê operasyonê de 14 endamên Heşdê, ku di nav wan de fermandarekî operasyonan ê payebilind jî hebû, hatine kuştin.
Heta niha ji aliyê hikûmeta Bexdayê yan jî fermandariya Heşda Şeibî ve derbarê nasnameya balafirên êrîşkar û bîlançoya tam a qurbaniyan de daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn. Lê belê, ev pêla êrîşan nîşan dide ku şerê herêmî li ser axa Iraqê hîn bêtir gurr bûye.