PeyamaKurd - Hebûna baregehên Hêzên Heşda Şeibî li navenda bajarê Kerkûkê, bi taybetî ji ber berdewamiya êrîşên asmanî, bûye sedema tirs û fikarên mezin di nava welatiyan de. Niştecihên bajêr daxwaz dikin ku ev baregeh ji bo parastina jiyana sivîlan demildest werin veguhastin bo derveyî bajêr.
Li gorî agahiyên dawî, tevî ku hinek baregeh hatine valakirin jî, niha li navenda Kerkûkê 9 baregehên çalak ên Heşda Şeibî hene. Ji ber ku ev navend bi berdewamî ji aliyê balafirên şer ve têne hedefgirtin, malbatên ku li nêzî van cihan dijîn di bin zexteke derûnî û metirsiyeke canî ya giran de ne.
Welatiyên Kerkûkê di daxuyaniyên xwe yên ji bo tora K24ê de destnîşan kirin ku baregehên leşkerî di nav dilê taxan, li nêzî bazar û dibistanan hatine bicihkirin. Welatiyan wiha gotin:
Hebûna van baregehan di nav bajêr de jiyana me dixe metirsiyê. Her êrîşeke ku li dijî van cihan pêk tê, zirarê dighîne mal û zarokên me. Divê ev hêz ji nav kolanên me derkevin.”
Li gorî raportên ewlehiyê, niha çar komên cuda yên Heşda Şeibî li Kerkûkê bi cih bûne. Tê ragihandin ku hinek ji van koman ji nav bajêr baregehên leşkerî hedef digirin. Di demên dawî de, hêzên ewlehiyê çendîn avêjerên mûşekan ên ku ji bo êrîşa li ser baregeha leşkerî ya K-1ê hatibûn amadekirin, li nêzî taxên niştecihbûnê desteser kirin.
Piştî rûdanên 16ê Cotmeha 2017an, hêzên Heşda Şeibî bi qebareyekî mezin derbasî navenda bajarê Kerkûkê bûn û li gelek avahiyên hikûmetê û taxên sivîl baregehên xwe yên leşkerî û siyasî ava kirin. Ji wê rojê ve, derxistina van hêzan ji navenda bajêr yek ji daxwazên sereke yên xelkê Kerkûkê ye.
Ev nerazîbûna welatiyan di demekê de gur dibe ku şerê herêmî li Iraqê dijwartir bûye û baregehên komên çekdar her roj bi balafir û dronan têne bombebaran kirin.