PeyamaKurd - Komek ji welatiyên Kerkûkê li dijî binçavkirina ciwanên xwepêşander û nebûna derfetên kar çalakiyeke girseyî lidar xistin.
Xwepêşandêran daxwaz kir ku ciwanên ku hatine binçavkirin demildest bên berdan û tedbîrên pêwîst ji bo zêdekirina derfetên peydakirina kar li bajêr bên girtin.
Welatiyan ji bilî azadkirina hevalê wan Mihemed Nîzam, daxwaza parastina şirketên bajêr û çareserkirina pirsgirêka bêkariyê kir. Ciwanan diyar kir ku tevî daxwazên wan ên rewa, aliyên peywendîdar guh nadin dengê xelkê bajêr û ev çalakî ji bo bidestxistina mafên wan hatine li dar xistin.