PeyamaKurd - Li Almanyayê xwepêşandanên ku dijî bihayiya jiyanê, kêmkirina budceya perwerdeyê û nîqaşên leşkeriya neçarî hatibûn sazkirin, li gelek bajaran veguherîn tundûtûjiyê.
Li Frankfurtê û bajarên wekî Berlîn, Hamburg û Kolnê protestoyên ku bi dirûşma "Nifşê Z desthilatdariyê digire dest" dest pê kiribûn şevê din veguherîn talankirina dikanan û pevçûnên dijwar.
Li Frankfurtê bazirganî hat rawestandin, camên dikanan hatin şikênandin û polîsan li ser gumanbarekî du çek bi dest xistin. Di dema bûyeran de polîsan bi ava şid bersiva xwepêşanderan da.
Di encama van bûyeran de berdevka tevgerê Lina Friedrich diyar kir ku armanca wan têkoşîna ji bo aştî, azadî û piştgirîkirina sîstema tenduristî û perwerdeyê ye, lê Wezîrê Karên Navxweyî yê eyaleta Hessenê Roman Poseck bal kişand ser mînakên xirab ên Fransayê û êrîşên li ser polîsan şermezar kir.
Li Berlînê 27 polîs birîndar bûn û 56 kes hatin girtin, li Hamburgê hejmara kesên hatine desteserkirin gihîşt 120î û li seranserê welat herî kêm 176 kes hatin binçavkirin.