PeyamaKurd - Serokê Desteya Hêzên Heşda Şeibî Falih Feyaz îro 2yê Tîrmehê li parêzgeha Nînowayê ragihand ku di şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, 110 bingehên Heşda Şeibî yên li Iraqê ketine ber êrîşên esmanî û hatine armanckirin.
Feyaz bal kişand ser vê yekê ku ji ber van êrîşên esmanî 100 çekdarên wan hatine kuştin û diyar kir ku di sê salên borî de, herî zêde hejmara qurbaniyên wan li parêzgehên Nînowa, Selahedîn û Enbarê bûne.
Serokê Desteyê tekez kir ku armanca hêzên wan parastina welatiyên Iraqê ye.
Hêjayî gotinê ye, ev daxuyanî di demekê de tê ku Amerîkayê di dema şerê xwe yê ligel Îranê de, herî zêde êrîş biribûn ser bingehên Heşda Şeibî.