Baregehên Heşda Şeibî li Mûsilê hatin bombebarankirin: Fermandarek û 2 çekdar hatin kuştin

Baregehên Heşda Şeibî li Mûsilê hatin bombebarankirin: Fermandarek û 2 çekdar hatin kuştin

PeyamaKurd - Di nava 24 saetên dawî de, li Mûsilê li dijî baregehên curbecur ên Hêzên Heşda Şeibî rêzeêrîşên asmanî hatin encamdan. Di encama van operasyonan de fermandarekî payebilind û du şervan jiyana xwe ji dest dan.

Li Tel Aferê derbeyeke giran: Fermandarê hat kuştin 

Bîlançoya herî giran a van êrîşan ji navçeya Tel Aferê ya li rojavayê Mûsilê hat. Li gorî agahiyan, baregeha Lîwaya 53yan (Rêxistina Bedir) a ku ji Tirkmenên Şîe pêk tê, du caran li pey hev hat bombebaran kirin. Di van êrîşan de Fermandarê Tabûra Komando ya vê lîwayê, Yasîn Mihemed Sadiq û du şervanên pê re jiyana xwe ji dest dan; her wiha 3 kesên din jî birîndar bûn.

Heşda Sunî li Geyarayê bû hedef 

Operasyonên asmanî ne tenê yekîneyên Şîe, lê hêzên Sunnî yên di nav Heşda Şeibî de jî kirin armanc. Li navçeya Geyarayê ya li başûrê Mûsilê, baregeheke leşkerî ya nêzîkî gundê Siltan Ebdullah hate lêdan. Çavkaniyên ewlehiyê diyar kir ku ev baregeh aîdî "Heşd el-Eşair" (Heşda Eşîran) a Sunî ye. Li gorî daxuyaniyên fermî, di vê êrîşê de ziyanên canî çênebûne.

Hêzên asmanî her wiha yekîneyên din ên di bin Fermandariya Operasyonên Nînewayê de hedef girtin. Di vê çarçoveyê de, çeperên Tabûra 38an a Lîwaya 58an û baregehên Lîwaya 14an (Ketayib Seyiduşuheda) hatin bombebaran kirin. Hat ragihandin ku Lîwaya 14an a di bin serokatiya Ebû Ela el-Welayî de, di nava rojekê de du caran rastî lêdanên asmanî hatiye.

Rêveberiya Giştî ya Çapemeniyê ya Heşda Şeibî derbarê operasyonan de daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat piştrast kirin ku ji bilî rûdana li Tel Aferê, di êrîşên din de windahiyên canî nînin, lê belê ziyaneke mezin gihîştiye binesazî û alavên wan ên leşkerî.

Ev pêla nû ya êrîşên asmanî di demekê de tê ku rageşiya leşkerî ya li herêmê di asta herî bilind de ye. Heta niha tu aliyekî bi fermî berpirsiyariya van êrîşên li Mûsilê negirtiye ser xwe.