PeyamaKurd - Îro (Pêncşem, 19ê Adara 2026an) li parêzgehên Selahedîn û Nînowayê rêze êrîşên asmanî li dijî baregeh û çeperên leşkerî yên Hêzên Heşda Şeibî pêk hatin. Di encama van êrîşan de kuştî û birîndar hene û ziyaneke mezin gihîşt depoyên çekan.
Endamê Encûmena Parêzgeha Selahedînê Yasîn Mihemed Elî Dawidî ji Rûdawê re ragihand ku balafirên şer Tûgaya 52yan a Heşda Şeibî ya Tirkmenî li gundê Beraw Çelî yê ser bi navçeya Tûzxurmatûyê hedef girtine. Dawidî diyar kir ku êrîşê rasterast li baregeha "Şuheda"yê ya li Başûrê Rojavayê gund daye, ku wekî depoya sereke ya çek û cebilxaneyê dihat bikaranîn.
Hêzên Heşda Şeibî bi daxuyaniyekê piştrast kir ku êrîşên herî dijwar li navçeya Beîcî pêk hatine. Baregeha leşkerî ya Lîwaya 31emîn (Tevgera Rîsalîyûn) a li nêzîkî Balafirgeha Siniye hate bombebarankirin; di encamê de çekdarek hat kuştin û gelekên din jî birîndar bûn.
Her wiha li heman navçeyê, baregeha Lîwaya 6emîn jî bû hedefa balafiran. Hat ragihandin ku 3 endamên vê lîwayê birîndar bûne û rewşa yekî ji wan giran e. Ev cara duyemîn e di nava çend rojan de ku baregehên li dora Beîcî dibin hedef.
Hevdem ligel êrîşên li Selahedînê, li Deşta Nînowayê jî balafirên şer Alaya 4emîn a Lîwaya 30emîn a Heşda Şeibî bombebaran kirin. Di vê êrîşê de jî çekdarekî Heşdê Şebiyê hat kuştin û du kesên din birîndar bûn.