Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir

Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir

PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro Pêncşemê, di civîneke rojnamevanî de ragihand ku wan li ser êrîşên bi dronan ên li dijî nivîsîngeha Serokwezîr û cihê xwecihbûnê yê Berpirsê Ajansa Parastinê ji Îranê daxwaza ronîkirina fermî û bersiveke qayilker kiriye.

Rêber Ehmed destnîşan kir ku cihê armancgirtî malbat û zarok lê bûn û ev êrîş ji hemû nirxên mirovî dûr e û anî ziman ku ev mijar di serdana berê ya Serokê Parlamentoya Îranê Qalîbaf a bo Bexdayê de jî bi hevahengiya hikûmeta navendî ya Iraqê hate gotûbêjkirin.

Rêber Ehmed bal kişand ser vekişîna hêzên hevpeymanan û diyar kir ku divê di vê pêvajoyê de ti valahiyeke ewlehiyê çênebe û tekez kir ku Herêma Kurdistanê ti carî nabe parek ji aloziyên herêmî. Ehmed got ku peywendiyên wan ên bi DYAyê re li ser bingeha berjewendiyên hevpar in.

Herwiha li ser mijara valakirina kampa Mexmûrê û vegera penaberan jî Wezîrê Navxwe ragihand ku ew piştgiriyê didin nîqaşên pêvajoya aştiyê û dixwazin xelkê kampê di demeke nêz de vegere ser axa xwe.