PeyamaKurd - Fermangeha Têkiliyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro bi daxuyaniyekê hemû îddayên Dezgeha Dadwerî ya Îranê yên derbarê perwerdekirina sîxuran li herêmê red kirin. Îranê îdda kiribû ku her du kesên bi navê Mihemed Mesûm Şahî û Hemîd Welîdî, ku di 20ê Nîsanê de hatin îdamkirin, li Herêma Kurdistanê ji aliyê efserên MOSSAD’ê ve hatine perwerdekirin.
Fermangeha Têkiliyên Derve ev tohmet wekî "bêbingeh û dûrî rastiyê" pênase kirin û tekez kir ku li ser axa Herêma Kurdistanê tu bingehek an navendeke perwerdeyê ya dezgehên sîxuriyê yên biyanî tune ye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev cure nêzîkatî zererê didin aramî û peywendiyên cîrantiyê yên baş.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bang li Hikûmeta Iraqê jî kir ku berpirsiyariya xwe ya destûrî di parastina serweriya welat de bi cih bîne û rê li ber binpêkirina axa herêmê bigire. Her wiha bang li civaka navdewletî hat kirin ku ji bo kêmkirina aloziyan û parastina aramiya herêmê hewildanên xwe zêde bikin.
Fermangehê careke din dubare kir ku ew rê nadin axa Kurdistanê ji bo têkdana ewlehiya welatên cîran were bikaranîn û ew li ser siyaseta xwe ya avakirina peywendiyên aştiyane û avaker ligel cîranan û hevkarên navdewletî berdewam in. Ev daxuyanî wekî hişyariyekê hat dîtin ku eger ev tohmetbarî berdewam bikin, dibe ku aramiya ku Herêma Kurdistanê diparêze bikeve bin metirsiyê.