Hikûmeta Herêma Kurdistanê mohlet da rêxistinên nehukmî

Hikûmeta Herêma Kurdistanê mohlet da rêxistinên nehukmî

PeyamaKurd - Fermangeha Rêxistinên Nehikûmî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo misogerkirina şefafiyet û pabendbûna bi yasayan, rêkarên yasayî yên wergirtina raporên darayî yên salane yên rêxistinan xiste rewşê.

Serokê Fermangehê Felah Hesen ragihand ku ev pêvajo li gorî Yasaya Hejmar 1 a sala 2011ê tê birêvebirin.

Li gorî rêkaran, ji bo radestkirina raporan moleta yekem 15 roj e; heke rêxistin pabend nebin, piştî hişyariyê çalakiyên wan ji bo 30 rojan tên rawestandin û di dawiyê de rasterast metirsiya hilweşandina qeyda wan li dadgehê çêdibe.

Ji bo kontrolkirina durustiya raporan, hevahengî li gel Dîwana Çavdêriya Darayî ya Herêma Kurdistanê tê kirin.

Felah Hesen destnîşan kir ku armanc xurtkirina şefafiyetê û xebata di çarçoveya yasayî de ye. Li gorî amarên fermî, li Herêma Kurdistanê bi giştî 5 hezar û 777 rêxistin tomarkirî ne ku ji wan 514 biyanî û 209 jî yên Iraqê ne.

Wergerandina raporan ji tebaxa 2026an ve dest pê kiriye û roja 29ê Cotmeha 2026an wekî rojeke dawî hat pênasekirin.