PeyamaKurd - Fermangeha Medya û Zanyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke tund da û ragihand ku Hikûmeta Federal a Iraqê bi awayekî yekalî û li dijî rêkeftinên berê, destkarî di encamên Serjimêriya Giştî de kiriye ku di Mijdara 2024an de hatibû encamdan.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Bexdayê rêjeya rûniştvanên Herêma Kurdistanê ji %14.14an daxistiye %12.68an.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev pêngav wekî binpêkirineke eşkere ya li dijî biryarên Encûmena Wezîran binav kir û hişyarî da ku kêmkirina rêjeya nifûsê dê bibe sedema metirsiyeke rasterast li ser mafên darayî û pişka Herêmê ya di Qanûna Bûdceya Giştî ya Federal a sala 2027an de.