PeyamaKurd - Li eyaleta Florida ya Amerîkayê, li nêzîkî Zanîngeha Çandinî û Mekanîkî ya Floridayê (FAMU) êrîşeke çekdarî çêbû.
Polîsên Tallahasseeyê ragihandin ku di encama êrîşê de 6 ji wan zarok 12 kes birîndar bûne ku 11 kes bi guleyan û kesek jî di dema alozîyê de birîndar bûye.
Hat diyarkirin ku rewşa herî kêm sê birîndaran giran e û ewlehiya li kampusê hatiye xurtkirin.
Rayedaran diyar kirin ku êrîş piştî nîqaş û pevçûneke fîzîkî ya di navbera aliyan de derketiye holê û zarokê herî biçûk ê di bûyerê de birîndar bûye 11 salî ye.
Rêveberiya zanîngehê eşkere kir ku ewlehî û tenduristiya xwendekar û xebatkaran ji bo wan di ser her tiştî re ye û lêpirsîna berfireh a li ser bûyerê ji aliyê polîsan ve berdewam dike.