Li Bajarê maraşê di êrîşa çekdarî de 2 kes birîndar bûn

Li Bajarê maraşê di êrîşa çekdarî de 2 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Maraşê li navça Onikişubatê li ser rêya Adil Erdem Beyazıt, 2 kesên bi navên İ.E.C. û U.C.K. ku li ser motorsîkletê bûn û rawestiyabûn, kesekî ku nasnama wî nehat zanîn bi demançê li wan xist û reviya.

Li ser agahdarkirina polîs, tîmên tenduristiyê jî çûn ciyê bûyerê û birîndaran bi ambûlansê birin nexweşxanê.

Piştî êrîşa çekdarî, polîs ketine pey tesbîta êrîşker da wî nas bikin û desteser bikin.