PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbolê li navça Büyükçekmece di qata 17em ya resîdansekî de êrîşa çekdarî kirin û di encamê de Yasin Binarci (26) jiyana xwe ji dest da û Mehmet Işık jî birîndar bû. Rûdan seet li dora 13.30an de qewimî.
Polîs di daîrê de lêgerînê kir, 3 demançe û miqdarekî madde yê hişbir dît. Li gor hat ragihand; kesên êrîşker diçin hundir û bi çekan li Yasin Binarci û Mehmet Işık dixin. Gumanbarên ku reviyan, niha polîs li wan digere.
Lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.