PeyamaKurd – Piştî bûyera li navça Sêwerekê ku xortekî avêt ser dibistana lîsê û 16 kesan birîndar kir, vê carê li bajarê Maraşê li navça Onikişubatê li dibistana navendî ya bi navê Ayşer Çalık, xwendevanê pola 8em yê bidistanê İsa Aras Mersinli (14) avêt ser dibistanê û bi gula li dibistanê xist.
Li ser êrîşê, wezîrê karên nav xwe yê Tirkiyê Mustafa Çiftçi, li ser êrîşa dibistanê daxwuyanî da. Çiftçi ragihand ku di êrîşê de jimara miriyan derketiye 9 kesan, kesên mirine 8 kes ji wan xwendevanin, yek mamosteye û 13 kes jî birîndar bûne. Li ser rûdanê, li navçê 2 roj navber dan perwerdê.
Êrîşker xwendevanekî 14 saliye, bi çekên bavê xwe avêtiye ser dibistanê û piştî êrîşê xwe kuştiye. Birîndaran bi ambûlansan birine nexweşxanan.
Li ser rûdanê, wezîrê karê nav xwe yê Tirkiyê Mustafa Çiftçi, wezîrê perwerdê Yusuf Tekin û wezîrê tenduristiyê Kemal Memişoğlu çûn bajarê Kahramanmaraşê.
Wezîr Çiftçi got ku 2 roj navber dane perwerdê û ji bo malbatên candayiyan sersaxiyê û ji birîndaran re jî şîfayê xwest. Li ser rûdanê parêzegerê bajarê Kahramanmaraşê Mükerrem Ünlüer weha got:
“Di çav çentê pişta wî (êrîşker) de, bi texmîna me sîlihên ku yên bavê wî bûn, bi wan diçe dibistanê û rastgele lê bi taybetî diçe 2 polên ku zarokên pola 5an lê ne, dikeve her dû polan û bi çekan li wan dixe. Dibe sedema mirin û birîndarbûnan.
Di wexta êrîşê de êrîşker xwe jî kuşt. Xwendevanê pola 8an bû. Bavê wî yekî kevnê ji asayîşê ye. Em difikirin ku bi çekên bavê xwe çûye dibistanê. Bi 5 çek û 7 jarjoran.”
Li ser êrîşê bavê êrîşker ku di dereca yekem de mudirê asayîşa polîs bûye û hem serokmufettîş Uğur Mersinli û jina wî ya mamsote Peyman Pınar Mersinli xistin bin çav.
Niha 8 mufettîş rûdanê dişopînin, 3 serdozger û 4 dozger li ser rûdanê xebat dikin.