PeyamaKurd – Li bajarê Sêwasê li navça Yildizeliyê kesê bi navê Aziz Kaya (32) dema gen li ser bedena wî danî û xwe xist kûrahiya çermî, dît ku agirê bedena wî bilind bû û bi gumana nexweşîna Kirim-Kongoyê wî birin nexweşxanê. Nexweşîn agirê bedena wî bilind dike û agir danakeve.
Aziz Kaya di beşa hûrlênêrînê de jiyana xwe ji dest da. Kaya zewicandiye û xwediyê 2 zaroka ye. Bi wefata Kaya re îsal li seranserê bajarê Sêwasê kesê 13.em e ku jiyana xwe ji ber genan ji dest dide.
Nîşaneyen nexweşîna di rêya genan de çêdibe (Kirim-Kongo) bilindbûna agirê bedenê, vereşandin û bêhali ye. Aziz Kaya li nexweşxana Fakulta Tibê ya Zankoya Cumhuriyetê ya Sêwasê, dema jiyana xwe ji dest da, cenazê wî birin morgê û piştî ewraqên wî temam kirin cenaze teslîmî malbatê kirin.
Bi mirina 13 kesan ku piraniya wan ji bajarê Tokatê sewqê Sêwasê kirine, rayedar hişyariyê dan malbatan da li hemberê genan hişyar bin û bedena xwe bişopînin.
Piraniya genan bi ajalên malê ve xwe digrin û ji ajalan xwe digihînin bedena mirovên ku ajalkariyê dikin. Bi taybetî dema alif didin heywanan, dema wan didoşin û dema bi ajalan re ji nêz de meşxûl dibin.
Malbatên ku ajalan xwedî dikin, dikarin di rêya dezgeyên dewletê û yên taybet de li dijî genan xwe biparêzin. Malbat divê şêwra tenduristiya ajalan bi veterîneran re bikin.