PeyamaKurd- Li welatê Samoayê ku dikeve Pasîfîka Başûr nexweşîna sorikan ketiye nav xelkê û jimara miriyan derket 60 kesî. Li gor ragihandina BBC yê bi sedema nexweşîna sorikan belav bû, meha borî rewşa lezgîn hatibû ragihandin. Di nav 60 kesên ku mirine, piraniya wan di bin 5 salî de ne.
Li seranserê welat ferman hat dayîn ku her malabata ku aşiya sorikan nekiriye, bila flamayeka sor li ber derê xwe biçikîna da di dema tîmên tendurstiyê digerin, bizanibin bê kîjan mal aşiya xwe nekiriye.
Hukumeta Somoayê bi nûfîusa xwe 200 hezare û jimara nexweşên sorikan derketiye ser 4 hezarî. Bi sedmea nexweşînê navber xistin perwerdê û kesên ji 17 salan biçûktir bin, divê neçin ciyê ku civat qelebalixe.
Heya niha kesên ku aşiya wan hatiye kirin nisbeta wan %55 e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin