Li Îranê li bajarê Zahedanê di êrîşa çekdarî de 3 polîs mirin

Li Îranê li bajarê Zahedanê di êrîşa çekdarî de 3 polîs mirin

PeyamaKurd – Li Îranê li bajarê Zahedanê çekdarên nasnama wan nediyar bi çekan êrîşê ereba polîsên dewriyê kirin, di encamê de 3 polîs mirin û polîsekî birîndar bû.

Êrîş, roja Çarşemê an ku di 29 Nîsan 2026an de, seet di 08.30an de li bajarê Zahedanê li kolana Bagherî li dora goristana Şîrabadê qewimî. Dema bi çekan li polîsan xistin yek di cîh de û 2 polîsên din paşî can dan.

Her sê kesên hatin kuştin, ji Zahakê serçawîş Muhammad Reza Nezamdost; polîsê li Zahedanê îqame dike yê ji Zabolê Teğmen (mulazim) Ali Momeni; û Ali Asghar Goldawî ne.

Li gor xeberên xwecîh; piştî êrîşê asayîşa bajêr gelek qewî kirin, rêyên diçin Şîrabadê girtin û kontrolê zêde kirin.

Heya niha kes rûdanê negirtiye aliyê xwe û rayedarên Îranê jî di derbarê êrîşkeran de agahiyan nedan.