PeyamaKurd – Li bajarê Wêranşehir a bajarê Rihayê li di navbera du malbatan de pevçûn çêbû. Cendirmeyan M.A. (26) girtin û ji bo kontrola wî ya tenduristiyê bikin, wî birin nexweşxana dewletê ya Wêranşehrê.
Dema M.A. birin baxçê nexweşxanê, 2 dijminên wî li baxçê nexweşxanê bi çekan êrîşê wî kirin. M.A. giran birîndar bû û gule li gelek weslên bedena wî ketin. Guleyekî ku ji demançê derket, li zarokê 9 salî yê binavê A.E. ket ku ew jî li baxçê nexweşxanê bû.
Birîndar M.A. birin nexweşxana Rihayê ya Lêkolînê û Perwerdê Mehmet Akif İnan. Zarokê ku birîndar bû wî birin nexweşxana navça Eyyubiye ya lêkolînê û perwerdê. Talûka jiyana M.A. dewam dike.
Her dû kesên ku êrîşê pêkanîn ji aliyê polîs û cendirmeyan de di wexteka kurt de hatin girtin.