PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Sûrê kesê bi navê M.İ, dema otomobîla xwe dajot, li ser rêya kevin ya Mêrdînê li ber kafeteryakî rêya wî birîn û bi demançê ji singa wî xistin û M.İ. giran birîndar kirin.
Li ser çûna tîmên tenduristiyê ji bo ciyê bûyerê, birîndar bi ambûlansê birin nexweşxanê lê M.İ. yê birîndar li nexweşxanê can da.
Polîs li ciyê rûdanê lêkolîn û lêpirsînê kir û ji bo êrîşker an êrîşkeran bigrin, ketin nav tevgerê.