Li Pensilvanyayê êrîşa çekdarî: 9 kes mirin

Li Pensilvanyayê êrîşa çekdarî: 9 kes mirin

PeyamaKurd - Rayedarên Amerîkayê piştrast kirin ku li bajarê Erie yê eyaleta Pensilvanyayê di encama êrîşeke çekdarî de 9 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Rayedaran diyar kir ku bûyer roja înê derengiya şevê rû daye û tîmên lêpirsînê gihîştine wê encamê ku hemû qurbanî beriya ku polîs bigihîjin cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dane.

Waliyê eyaletê Josh Shapiro li ser hesabê xwe yê platforma Xê daxuyaniyek da û da zanîn ku ew bi Şaredar Devlin re axivî ye.

Shapiro êrîş wekî "bûyereke trajîk a gulebarankirina rasthatî" pênase kir û tekez kir ku rêveberiya eyaletê amade ye ji bo piştevaniyê hemû derfetan bixe dewrê.