PeyamaKurd - Balyozxaneyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li 12 welatên Rojhilata Navîn ji bo welatiyên xwe yên li herêmê hişyariya ewlehiyê ya hevpar belav kirin.
Di metna hişyariyê de hat destnîşankirin ku Îran û komên ser bi wê ve dikarin nûnertiyên DYAê yên li derveyî welat an jî saziyên bi Amerîkayê re peywendîdar bikin armanc.
Ji welatiyên Amerîkî hat xwestin ku ji ber rewşa aloz a ewlehiyê baldariyeke zêdetir nîşan bidin û ji bo betalkirina geştên esmanî û girtina qada esmanî amade bin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrişên berdewam ên Hûsiyan ên li ser Erebistana Siûdî û hat hişyarkirin ku şer û pevçûn dikarin bi lez berfirehtir bibin.
Ev hişyariya ewlehiyê herêmeke berfireh a ji 12 welatan pêk tê vedigire ku di nav wan de welatên Kendavê yên Erebî, Urdun, Iraq, Sûriye, Libnan, Îsraîl, Yemen û Îran hene.