Hişyariya tund a Çînê: Rojhilata Navîn ber bi rewşeke bêkontrol ve diçe

Hişyariya tund a Çînê: Rojhilata Navîn ber bi rewşeke bêkontrol ve diçe

PeyamaKurd - Hikûmeta Çînê hişyariyeke tund da ku zêdebûna rageşiya leşkerî ya li Rojhilata Navîn dikare herêmê ber bi “rewşeke bêkontrol” ve bibe. Pekînê destnîşan kir ku rêbazên leşkerî û gefên li ser binesaziya enerjiyê, tenê dê krîzê kûrtir bikin.

Gefên Trump û helwösta Pekînê

Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Lin Jian, li ser gefên dawî yên Serokê Amerîkayê Donald Trump axivî. Trump roja Şemiyê 48 saet wext dabû Tehranê da ku dorpêça li ser Tengava Hurmizê rake û hişyarî dabû ku eger na, dê binesaziya enerjiyê ya Îranê bibe hedef. Lin Jian diyar kir ku ev cure nêzîkatî metirsîdar in û got: 

Eger şer hîn bêtir gur bibe û rewş xirabtir bibe, dibe ku tevahiya herêmê bikeve rewşeke bêkontrol û ev yek ji bo her kesî bibe karesat.”

Ewlehiya enerjiyê ya gerdûnî di metirsiyê de ye

Çînê bal kişand ser girîngiya Tengava Hurmizê ku nêzîkî pêncyeka (%20) petrola cîhanê di ser re derbas dibe. Pekînê hişyarî da ku her cure aloziyên li vê rêya avê, ewlehiya enerjiya gerdûnî dixe bin metirsiyê û karanîna hêzê dê bibe sedema “çerxeke xerab” a tundûtûjiyê.

Pekîn di navbera Washington û Tehranê de

Her çend Çîn peywendiyên nêzîk bi Îranê re diparêze jî, rêveberiya Pekînê helwêsteke hevseng nîşan dide. Çînê bi eşkereyî ragihand ku ew piştgiriyê nade êrîşên Tehranê yên li ser baregehên Amerîkî yên li welatên Kendavê û banga agirbesteke demildest di navbera aliyan de kir. Lê belê, Pekînê hîn bersiveke fermî nedaye daxwaza Amerîkayê ya ji bo hevkariya di vekirina Tengava Hurmizê de.

Dîplomasiya Çînê di Dewrê de ye

Ji aliyê din ve, hat ragihandin ku nûnerê taybet ê Çînê Zhai Jun ji bo kêmkirina rageşiyê dest bi gereke dîplomatîk li Rojhilata Navîn kiriye. Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi jî berê tekez kiribû ku “divê ev şer qet dest pê nekira” û daxwaz kiribû ku rêyên dîplomatîk li şûna çekan werin bikaranîn.