Gelek welat êrîşa ji Iraqê bo ser Erebistana Sa’ûdiyê hat kirin şermezar kir

Gelek welat êrîşa ji Iraqê bo ser Erebistana Sa’ûdiyê hat kirin şermezar kir

PeyamaKurd – Ji Iraqê bi dronan li Erebistana Sa’ûdiyê li xetta petrolê ya Rojava-Rojhilat ya li devera Riyad û Medîneyê xistibûn. Li ser avêtina dronan, Qatar, Urdin, konseya hevkariya Kendavê êrîşê şermezar kirin.

Wezareta karên derve ya Qatarê, di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku dronên ji Iraqê avêtine ser xetta petrolê ya Rojava-Rojhilat ya Erebistanê ku bûne sedema zerara canî û maddî şermezar kir.

Erebistan jî hewlên hukumeta Iraqê yên ku ji axa Iraqê êrîşan nebin ser welatên cîran, bilind nirxand û got ku hukumeta Iarqê bi berpirsiyarî tevdigere.

Qatarê jî ragihand ku ji bo parastina desthilata Erebistanê, tesîs û ewlehiya wê, her tedbîra ku bibîne dê destek bike.

Wezareta karên derve ya Urdinê jî ragihand ku êrîş tehdîde li ser desthilat, ewlehî û îstîqrara Erebistanê. Urdinê her weha got ku her tedbîra ku Erebistan ji bo desthilat û ewlehiya xwe bigrê, dê destek bike.

Sekreterê giştî yê Yekîtiya Welatên Kendavê Casim Muhammed el-Budeywî jî di daxwuyaniya xwe de got ku êrîşa bûye sedema zerara maddî û canî şermezar dike.

Li Iraqê hukumeta nûh dixwaze temamê çekan di destê dewletê de bin lê hinek grûb red dikin ku çekan teslîmî dewletê bikin û ew grûb jî terefdarê Îranê ne.