THYê geştên Stenbol-Hewlêrê rawestand: Gelek welatî li Stenbolê asê man

THYê geştên Stenbol-Hewlêrê rawestand: Gelek welatî li Stenbolê asê man

PeyamaKurd - Ji ber êrîşên moşekî û dronî yên Îranê li ser paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, geştên asmanî yên di navbera Stenbol û Hewlêrê de ji bo 48 saetan hatin bipaşxistin.

Rêvebirê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar serê sibehê daxuyanî da û diyar kir ku balafirgeh ji geştan re vekirî ye û pergal di dema xwe de kar dike, lê belê şîrketa neteweyî ya Tirkiyeyê Turkish Airlinesê (THY) ji ber fikarên ewlehiyê ji aliyê xwe ve biryara rawestandina firînan daye.

Hêjayî gotinê ye, doh jî du geştên ji bajarê Amanê yê Urdinê ber bi balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê ve hatibûn betalkirin.

Welatiyên li Stenbolê asê mane

Ji ber vê biryara ji nişkave, bi dehan welatiyên ji Başûrê Kurdistanê li Balafirgeha Stenbolê û Balafirgeha Sabiha Gokçenê asê mane û geştên wan ji bo demeke nediyar hatine paşxistin.

Ji ber ku balafirên di navbera Stenbol û Şirnexê de jî heta 24 saetên din bi temamî tije ne, alternatîfa vegera bi rêya bejayî ya li ser sînorê Şirnexê ji bo van rêwiyan girtî maye.