PeyamaKurd - Hêla Asmanî ya Qeterê (Qatar Airways) ragihand ku ji ber rewşa neasayî ya ewlehiyê, wan hemû geştên xwe yên asmanî yên bo firokxaneyên Riyad û Demamê yên li Erebistana Siûdiyê bi awayekî demkî rawestandin.
Kompaniyê îro 13ê Cotmehê di daxuyaniyekê de diyar kir ku ew ji nêz ve çavdêriya pêşveçûnan dikin û ewlehiya rêwiyan di ser her tiştî re ye.
Ev biryara Qatar Airwaysê piştî wê yekê ku li Riyada paytexta Erebistana Siûdiyê dengê teqînên bihêz hat bihîstin û desthilatdarên welat peyameke lezgîn a hişyariyê ji welatiyan re şandin da ku ji bo parastina xwe li cihên ewle bimînin.