PeyamaKurd - Şandeya navbeynkariyê ya Qatarê ji bo vekirina rêya peymaneke nû di navbera Washington û Tehranê de, bi koordînasyona DYAê re gihîşt Îranê.
Ev serdan di demeke de pêk tê ku her du alî ji bo destpêkirina muzakeran şertên cuda datînin pêşiya hev.
Li gorî zanyariyan, di navenda nakokiyan de dosyaya nukleerî û cezayên aborî hene; Washington daxwaz dike ku dosya nukleerî di serî de bê axaftin, lê Tehran şert diyar dike ku divê pêşî dorpêça li ser bendergehan û cezayên li ser hinardakirina petrolê werin rakirin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebbas Eraqçî ragihand ku têkiliya wan bi navbeynkaran re berdewam e û tekez li ser bicîkirina pêşniyara xwe ya heftrojî kir.
Li aliyê din, Serokê DYAê Donald Trump îdîayên derbarê Cîgirê Serok JD Vance de yên ku digotin hewla nûkirina danûstandinan dide red kirin û got ku têkiliya wî tenê li ser kelûpelên tibî bûye.
Ev hewldanên dîplomatîk mebest dikin ku şerê ku di 28ê Sibatê de di navbera her du welatan de dest pê kiriye û bûye sedema qeyraneke mezin a enerjiyê bisekinînin.