Trump mercê rawestandina operasyonên dijî Îranê eşkere kir

Trump mercê rawestandina operasyonên dijî Îranê eşkere kir

PeyamaKurd - Serokê DYAê Donald Trump ragihand ku welatê wî amade ye di vê qonaxê de operasyonên leşkerî yên dijî Îranê bisekinîne, lê diyar kir ku ev yek bi mercê garantîkirina rawestandina bernameya atomî ya Tehranê ve girêdayî ye.

Trump di daxuyaniya xwe de tekez kir ku DYA bi tu awayî rê nade Îran bibe xwedî çekên atomî û got ku heke ev merc bê bicîkirin, deriyê rawestandina şer vekirî ye.

Trump bal kişand ser encamên êrişên hewayî yên DYAê û diyar kir ku sîstemên radar û parastina hewayî yên Îranê bi temamî hatine têkbirin.

Serokê DYAê destnîşan kir ku piraniya serkirde û fermandarên asta yekem, duyem û sêyem ên Îranê hatine kuştin û berpirsên sax mane daxwaza rawestandina êrişan dikin.

Tevî vê yekê, Trump mekanîzmaya piştrastkirina destberdana Îranê ji bernameya atomî zelal nekir.