PeyamaKurd - Ajansa Reutersê ragihand ku Qeterê reşnivîsa lihevkirinekê pêşkêşî Îranê kiriye da ku dawî li şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de bê anîn, lê berpirsên Tehranê ev pêşniyar nepejirandine.
Hat ragihandin ku ev pêşniyar çarçoveyeke yekhefteyî ya pêngav bi pêngav bûye ji bo çêkirina baweriya dualî û çareserkirina fikarên aliyan, lê berpirsên Îranî diyar kirine ku merc û rêkarên di reşnivîsê de nayên qebûlkirin û nikarin wan wekî pêşniyareke fermî bihesibînin.
Di destpêka hevdîtinan de Serokê Amerîkayê Donald Trump bernameya nukleerî ya Îranê wekî xala herî girîng destnîşan kiribû, lê Îranê xwe nêzî guherandina siyaseta xwe ya nukleerî nekir.
Herwiha aliyê Îranî tekez kiriye ku beri her tiştî divê hemû dorpêçên aborî yên li ser hinardekirina nefta wan bi temamî werin rakirin.