Îranê werzişvanê Kurd Muhammed Naseri li Kirmanşahê xist bin çav

Îranê werzişvanê Kurd Muhammed Naseri li Kirmanşahê xist bin çav

PeyamaKurd – Dozgeriya şoreşê ya bajarê Kermanşahê beşa 16em, li devera Harsinê rêvebirê salona werzişa pêşdebirina bedenê, werzişvanê Kurd Muhammed Naserî xwest îfadê û piştî Nazerî çû îfade da, hat binçavkirin. Kes nizane Naserî birine ku derê û bi çi tê sûcdarkirin.

Dezga Mafên Mirovan Hengawê ragihand ku piştî Muhammed Naserî diçe dozgeriya beşa 16em ya Kermanşahê, hêzên asayîşa Îranê wî digrin û dibin ciyekî nediyar.

Teblîxata ku jê re kirine, tê de dibêje ku “li dijî dewletê propaganda” kiriye. Lê kes nizane bi çi tê sûcdarkirin.

Heya niha ti kes di derbareyê Muhammed Naserî de tiştekî nizane.