PeyamaKurd – Îstîxbarata Îranê, li rojhilatê Kurdistanê li bajarê Bûkanê rojnamevanê Kurd Amanj Muhammedpûr xist bin çav.
Îstîxbarata Îranê, roja 20ê Êlûna 2026an, seet di 23.00an de avêtiye ser mala rojnamevan Amanj Muhammedpûr (33) û temamê alavên wî yên elektronîk yên taybet pê re birine.
Çavkaniyên ku agahiyê dane dezga Hengawê ragihandine ku di wexta avêtine ser mala rojnamevan, şiddetê bikaranîne, bê biryara dozger an dadgehê wî birine ciyekî nediyar.
Pê re komputera wî û telefona wî ya destî jî birine. Nayê zanîn bê rojnamevan li ku derêye û sedema binçavkirina wî çiye.