PeyamaKurd – Hêzên îstîxbarata Îranê Kurdê bi navê Şahîn Mustafazade (37) yê ji Mahabadê û ji Seqizê Kurdê bi navê Peşman Emini (18) xistin bin çav. Îstîxbarat avêtiye ser malên wan û her dû Kurdan birin ciyekî nediyar.
Li gor agahiya Hengawê daye; hêzên îstîxbarata Îranê di 23yê Êlûnê de li bajarê Seqizê avêtiye ser mala Emînî, dest daniye ser temamê telefonên dest yên malbatê û Emini xistine bin çav. Telefona dê, bav, bira, xwuşkên wî temaman bi xwe re birine.
Her weha li bajarê Mahabadê hêzên îstîxbarata Îranê avêtine ser mala Şahîn Mustafazade, wî xistine bin çav û sedema binçavkirinê jî diyar nekirine û kes nizane birine ku derê.