Îstîxbarata Îranê li Îlamê Riza Tij û Ali Muradian xist bin çav

Îstîxbarata Îranê li Îlamê Riza Tij û Ali Muradian xist bin çav

PeyamaKurd – Hêzên îstîxbarata Îranê li Rojhilatê Kurdistanê li eyaleta Îlama Rojhilatê Kurdistanê li navça Badrehê di du rûyerên cuda de 2 xortên Kurd yên bi navên Riza Tij û Ali Muradian xist bin çav.

Li gor ragihandina Hengawê; ji beşa îstîxbarata Îranê kesên cilên sîvîl li wan bûn di 21ê Cotmeha 2026an de li gundê Pakel Garabê davêjin ser mala Ali Tij (23). Tij dibin ciyekî nediyar û kes nizane li ku derêye. Tij berê jî hatibû girtin û serbest berdabûn.

Di bûyerekî dinê de, sîxurên îstîxbarata Îranê li navça Badregê li gundê Banehlane davêjin ser mala Ali Muradian (19) û wî dibin ciyekî ne diyar.

Kes li ser her 2 Kurdan agahiyekî nizane, nizanin wan birine ku dêre û rewşa wan çawaye.