PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Pîranşehrê îstîxbarata Îranê Seyîd Ahmed Mustafanejadê (40) Kurd xist bin çav. Îstîxbaratê di rêya telefonê de gazî Mustafanejad kir da here baregeha wan û wî xistin bin çav.
Heya niha kes ciyê Mustafanejad nizane û sedema binçavkirina wî jî diyar nîne.
Îstaîxbarat di 14ê Cotmeha 2026an de Mustafanejad xist bin çav