Îstîxbarata Îranê li bajarê Şahrê 4 Belûciyan kuşt

Îstîxbarata Îranê li bajarê Şahrê 4 Belûciyan kuşt

PeyamaKurd – Hêzên wezareta îstîxbarata Îranê li bajarê Şahrê li devera Sorkehwaranê bi çekan li 4 Belûciyan xist û ew kuştin. Dema di erebê de bûn bi çekan li wan xistin, dema li wan xistin agir bi ereba wan ket û her 4 zilam di nav erebê de şewitîn.

Her 4 zilam zewicandîne, xwedî zarokin û Hengawê nasnama wan weha ragihand:

1. Abdolhalim Hamali, 50

2. Naser Hamali (Jamalzehi), 43

3. Majed Hamali (Jamalzehi), 41

4. Mansour Jamali, 30

Li gor ajansa nûçeyan Haalvsh ku nêzî Belûca ye; piştî agir bi erebê ketiye, ji bo hêzên îstîxbarata Îranê baş piştrast bin ku waye mirine, bi guleyan li cesedên wan xistine

Tevî rayedar rûdanê qebûl jî nakin, cesedan teslîmê malbatên wan nakin.