Îstîxbarata Îranê li Hirmandê 5 Belûciyan xist bin çav

Îstîxbarata Îranê li Hirmandê 5 Belûciyan xist bin çav

PeyamaKurd – Îstîxbarata Îranê li eyaleta Belûcistan-Sîstanê li navça Hirmandê li gundê Saraniyê avêt ser malekî û di encamê de 2 keçên biçûk yên astengdar, kurekî 16 salî, kalekî ku girtina malbatê protesto kir û jinekî xistin bin çav.

Li gor ragihandina Hengawê; di 18 Gulan 2026an de roja Duşemê artêşa Îranê avetiye ser mala Belûc, biryara girtina malbatê nîne, nayê zanîn bê bi çi tên sûcdarkirin û malbatê birin ku derê nayê zanîn.

Dezgeya xeberan ya ku Belûcistanê dike mijara xwe ya bi navê Haalvsh ragihandiye ku herî kêm 5 kes hatine girtin: Kolsoom Rakhshani; 2 zarokên wî yên biçûk, astengdarê 4 salî Bibi Ayesha Rakhshani, Sara Rakhshani ya 18 mehî; mirovê malbatê Eshaq Rakhshani (16) û Azizullah Makki (Rexşanî) (52).

Dema zarokan li erebeyên leşkerî siwar dikin, li dijî wan şiddeta mezin bikartînin.

Azizullah Makki yek ji mezinê deverêye û di wexta zarokan digrin de, ji leşkeran dixwaze ku wan zarokan berdin û li ser bûyerê agahiyan bidin.

Hêzên îstîxbarata artêşê di ser de wî tehdîd kirin û di pey de wî xistin bin çav.