Îstîxbarata Îranê çalakvana Kurd Nahid Xodajou li Tehranê xist bin çav

Îstîxbarata Îranê çalakvana Kurd Nahid Xodajou li Tehranê xist bin çav

PeyamaKurd – Îstîxbarata Îranê çalakvana Kurd ya bi navê Nahid Xodajou ku li Tehranê dijî û ji xelkê Sine ye, li Tehranê xist bin çav û wê birin ciyekî nediyar.

Xodajou çalakvana mafên karkerên Kurde û berê jî hatiye girtin.Endama sendika Kerkarên Azad ya Îranê ye.

Li gor ragihandina Hengawê; li Tehranê di 6ê Cotmehê de avêtine ser mala wê ya li Tehranê û îstîxbaratê li malê lêgerîn kiriye.

6 roj di ser binçavkirina wê de derbas bûye, kes sedema binçavkirina wê nizane û kes nizane li ku derê ye.