PeyamaKurd - Ciwanê Kurd ê 21 salî Îmran Amanî ku di xwepêşandanên meha Kanûna Paşîn a 2025an de li Tehranê hatibû girtin, ji aliyê Şaxa 26an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi tohmeta "mûharebeyê" bi darvekirinê hat mehkûmkirin.
Li gorî agahiyên rêxistina mafên mirovan Hengawê, biryara darvekirinê roja Şemiyê 2ê Mijdara 2026an ji aliyê berpirsên Girtîgeha Mezin a Tehranê (Fesafûye) ve bi awayekî fermî ji wî re hatiye ragihandin.
Îmran Amanî ku ji bo kar ji Kurdistanê koçî Tehranê kiribû, di dema xwepêşandanên salane de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên rêjîmê ve hatibû girtin û ji wê demê ve di vê girtîgehê de dihat ragirtin.
Hate diyarkirin ku agahiyên zêdetir ên derbarê hûrgiliyên tohmetên li ser wî û proseya sucdariyê ya dosyaya wî de hîn di qonaxa lêkolînê de ne.