PeyamaKurd - Dadgeha Şoreşê ya Tehranê cezayê darvekirinê da Xesrew Mihemedîniya, Mesûd Toşmalanî û Sîrwan Şehîdî
Rêxistina Mafên Mirovan a Herana derbarê biryara darvekirina sê welatiyên Kurd ên ji Rojhilatê Kurdistanê raporek weşand.
Li gorî raporê, Şaxa 23'yan a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê cezayê darvekirinê li Xesrew Mihemedîniya, Mesûd Toşmalanî û Sîrwan Şehîdî yê 22 salî biriye.
Ev her sê ciwanên ku xelkê Kirmanşanê ne, di dema serhildanên dawî yên li Tehranê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn girtin û tawanên wekî "miharebe û lihevkirina li dijî ewlehiya neteweyî" hatine xistin stûyê wan.
Hat diyarkirin ku girtî niha li Girtîgeha Qizilhesar a Kerecê tên ragirtin û di heman dozê de jinek jî bi pênc salan cezayê girtîgehê hatiye mehkûmkirin.