Peskov: Putin, pêşniyara Îranê ya çareseriya şer gihand Trump

Peskov: Putin, pêşniyara Îranê ya çareseriya şer gihand Trump

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlîn a Moskovayê Dimitry Peskov ragihand ku serokê Rûsyayê Putin bi erêkirina serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, fikra Îranê ya ji bo çareseriya pirsgirêka şer ya navbera DYA û Îranê gihandiye Trump.

Peskov, li ser axaftina di rêya telefonê ya navbera Putin û Trump de raveyan kir. Putin li civîna serokên dewletên endamên Civaka Dewletên Serbixwe (BDT) ya ku li Turkmenistanê hat kirine, du car bi serokê Îranê Mesûd Pezeşkiyan re civiyaye.

Peskov got ku di axaftina telefonê de, mijara Ûkraynayê jî di rojeva her dû lîderan de hebûye û Putin hinek pêşniyaran kiriye da Amerîka asta gengeşeyê kêm bike.