Mistefa Hicrî li PEyê axivî: Çareseriya ji bo Îranê Federalîzm û sekularîzm e

Mistefa Hicrî li PEyê axivî: Çareseriya ji bo Îranê Federalîzm û sekularîzm e

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ), di civîneke taybet a li Parlamentoya Ewropayê de gotarek pêşkêş kir. Hicrî di axaftina xwe de bal kişand ser dîroka têkoşîna azadiyê li Îranê, binpêkirina mafên neteweyî û daxwazên demokratîk ên gelê Kurd û gelên din ên Îranê.

Zarokên Kurd ji nasname û zimanê xwe bêpar hatine hiştin

Sekreterê Giştî gotara xwe bi zimanê Kurdî pêşkêş kir û ev yek wekî bersiveke li dijî polîtîkayên înkarê yên sed salî pênase kir. Hicrî destnîşan kir ku zarokên kurd ji mafê xwendin û nivîsandina bi zimanê dayikê bêpar hatine hiştin, lewma axaftina wî ya li vê platforma navdewletî, beşek e ji xebata ji bo bi-fermî-naskirina nasnameya kurdî.

Dewleta Îranê li ser înkar û yekdestxwazî ye

Di gotarê de hat diyarkirin ku kêşeya bingehîn a Îranê hebûna dewleteke "namedenî û yekdestxwaz" e. Sekreterê Giştî destnîşan kir ku çi di serdema paşatiyê de bi navê "nasnameya yek-reng" û çi di serdema Komara Îslamî de bi navê "ola şîe", hemû cihêrengiyên çandî û siyasî hatine çewsandin. Ewî hişyarî da ku ev sîstema niha ne tenê ji bo gelên hundir, lê ji bo asayîşa cîhanê jî metrsiyek mezin e.

Modela Federal û pêşeroja demokratîk

Wekî çareserî, Sekreterê Giştî "Modela Kurdistanî" pêşniyar kir ku bingeha wê li ser sîstemeke demokratîk, federal û sekular ava dibe. Di vê modelê de, armanc ew e ku dewlet bikeve bin xizmeta hemwelatiyan û desthilat li ser herêman were dabeşkirin daku rê li ber dîktatöriyê were girtin. Ewî got ku yekgirtina axê ne bi darê zorê, lê bi rêzgirtina li cudahiyan û beşdariya dilxwazane ya pêkhateyan pêkan e.

Kurdistan navenda nirxên "Jin, Jiyan, Azadî" ye

Di beşa dawî ya gotara xwe de Hicrî, birîna Kurdistanê wekî "dergûşa tevgera Jin, Jiyan, Azadî" bi bîr xist û ragihand ku ev dirûşm ji bo tevgera kurd prensîbeke avaker e û armanca wan a sereke avakirina Îraneke azad e ku bibe navenda aramî û peywendiyên baş bi cîhana derve re.