Li Iraqê 32 hezar welatiyên biyanî hatin dersînorkirin

Li Iraqê 32 hezar welatiyên biyanî hatin dersînorkirin

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê Mihemed Elî Hesûn ragihand ku Rêveberiya Karên Îqametê û saziyên peywendîdar rêkarên li dijî kesên mercên îqametê binpê dikin tundtir kirine.

Hesûn tekez kir ku armanca van gavên yasayî parastina ewlehiya giştî û misogerkirina pabendbûna bi yasayên welat e.

Di derbarê amar û hejmara kesên hatine dersînorkirin de Berdevkê Wezaretê eşkere kir ku ji destpêka sala 2026an ve bi giştî 32 hezar û 457 kesên binpêker ji Iraqê hatine derxistin.

Li gorî daneyên fermî, ji vê hejmarê 20 hezar û 114 kes ji parêzgeha Bexdayê û 12 hezar û 343 kes jî ji parêzgehên din ên Iraqê hatine dersînorkirin. Wezaretê diyar kir ku ew ê li seranserê welat venêrîn û kontrolên xwe bê rawestan berdewam bikin.